22 jinên Ereb û Kurd tevlî YPJ`ê bûn

QAMIŞLO  –Di salvegera 21`emîn a şehadeta têkoşer Zîlan de, 22 jinên ciwan ên ji gelê Ereb û Kurd ên ji bajarê Qamişlo, piştî perwerdeya xwe bi dawî kirin, tevlî nava YPJ`ê bûn. QAM-DEWREYE-SEHID-NUDA-BI- GOVENDE-DAWI-BU ‫(163119619)‬ ‫‬

Li Akademiya Şehîd Necbîr, dewreya şehîd Nûda ku bi beşdarbûna 22 jinên ciwan beriya niha bi du mehan hatibû destpêkirin, duh bi merasîmekê bi dawî bû. Jinên ciwan li ser waneyên birdozî û hunera şer, perwerde dîtin.

Di merasîmê de, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û Fermandarên YPJ`ê amade bûn. Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin. Paşê, ji Fermandarên YPJ`ê Rojda Efrîn axivî û destnîşan kir dewreya perwerdê di pêvajoyek pir girîng de bi dawî bû û wiha pê de çû:”Îro salvegera şehadeta têkoşer Zîlan e. Kesayeta fedayî ya Zîlan ji bo me bû mînakeke pir mezin û bi çalakiya xwe hêzên ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îdam dixwastin, bû bersiv. Şervanên ku beşdar vê perwerdeyê bûn, wê di piratîkê de ango di hemleya rizgarkirina Reqayê de cih bigirin û Reqaya azad diyarî şehîdên Qereçoxê bikin”.

Her wiha ji Fermandarên YPJ`ê  Toprak Efrîn jî li ser girîngiya perwerdê ku jinên ji gelê Ereb û Kurd beşdarî bibûn axivî û got di vê perwerdeyê de jinan rastî û dîroka xwe nas kirin.QAM-DEWREYE-SEHID-NUDA-BI- GOVENDE-DAWI-BU ‫(163119617)‬ ‫‬

Piştî axaftinan, şervanan sonda leşkerî xwarin û tevlî nava YPJ`ê bûn. Paşê, Koma Botan a girêdayî Navenad Çand û Hunerê ya Mihemed Şêx stranên şoreşgerî gotin.  Şervanan jî li ber stranan dîlan girandin.

 

QAM-DEWREYE-SEHID-NUDA-BI- GOVENDE-DAWI-BU ‫(1)‬ QAM-DEWREYE-SEHID-NUDA-BI- GOVENDE-DAWI-BU ‫(163119618)‬ ‫‬

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …