22 çete hatin kuştin, 31 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Di şer û pêvçûnên li navenda Reqayê de 22 çete hatin kuştin û 31 sivîlên din hatin rizgarkirin.

Li navenda bajarê Reqayê şer bê avber berdewam dike. Li derdora nexweşxaneya Wetenî û çerxerêya Neîm di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî didome. Di şerê piştî nîvro heta niha berdewam dike de, 22 çete hatin kuştin, hejmarek mezin çete birîndar bûn û çeteyekî xwe radestî şervanan kir. Di şerê ku li van deran qewimî de 2 şervan jî şehîd bûn.

Ji aliyê din ve operasyona rizgarkirina sivîlan jî berdewam dike. Ekîbên taybet ên rizgarkirina sivîlan yên girêdayî QSD’ê ji taxên navenda bajêr 31 sivîlên din jî rizgar kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …