201 şervan tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn

MINBIC- Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla dewreyeke nû a perwerdê bi beşdariya 201 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, destpê kir.MINBC-TEVLIBUNA-DI-NAV-HEZA-MECLISA-MINBC-YA-LESGERI ‫(139657730)‬ ‫‬

Dewre bi navê Şehîd Ferhad bi merasîmekê hate destpêkirin. Di merasîmêde Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Komîteya Parastinê Nufe Silêman, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma, Cîgira Hevseroka Komîteya Hindirîn a Bajarê Minbicê Ferîde Xelîl Lalo, Desteya Ciwan û Werzîşê, Meclîsa Ciwanên Minbicê û hejmarek ji şervanan amade bûn.

Qada Akademiyê bi alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Tugaya Rizgarkirina Firatê hat xemladin.

Merasîman bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pişt re Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî û vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha got: “Em li benda we û serkeftinên we di şoreşê de ne, ji bo ku hûn cihê xwe di eniyên pêş de bigirin, niha şervan li eniyan şerên dijwar li hember çeteyên DAIŞ`ê ku destek ji Tirkiyeyê digirin, dimeşînin.”MINBC-TEVLIBUNA-DI-NAV-HEZA-MECLISA-MINBC-YA-LESGERI ‫(139657731)‬ ‫‬

Ebû Emced destnîşan kir ku Tirkiye bi daxuyaniyan xwe amadekariyên êrîşeke li dijî Efrînê û herêmên  Şehba dike û destnîşan kir ku ev yek bi armanca têkbirina hemeleya rizgarkirina Reqqa pêk tê û wiha dom kir: “Em ji wan re dibêjin ku heta cangoriyên me hene, bila bi vê yekê xeyal nekin, em hemû projeyên şehadetê ne û bedel çi dibe bila bibe, em amade ne.”

Paşê Şervanan soza parastina axê dan û merasîm bi gerandina govendê bidawî bû.

Tê payîn ku şervan li ser waneyên bîrdozî û bikaranîna çekan werin perwedekirin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …