2 jê bira nasnameya 8 cangoriyên azadiyê hatin eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 jê bira 8 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê, Efrînê û Şedadê eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê bi hemû dijwariya xwe didome û bi pêşengtiya QSD û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê pêşveçûyînên şervanan didome. Pêngava ku li çar meh pey xwe hişt bi ked, cesaret, fedekarî û berxwedaniyekê serkeftinên mezin hatin afirandin û berdêlên giranbûha hatin dayîn.

Di navbera 4-5 Çileyê de 6 rêhevalên me ku du ji wan bira ne di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyên DAIŞ’ê bi lehengî şerkirine gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me li Efrînê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de û rêhevalekî me li Şedadê di encama qezayekî de şehîd bûne.

Bi destpêkirina Pêngava Xezeba Firatê re gelên herêmê bi taybet gelên Ereb ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû ji bo dawîkirina hebûna çeteyan a herêmê keç û xortên ciwan ref bi ref tevlî YPG û YPJ’ê bûn. Du ji wan ciwanan ku li herêma Şedadê ne û bira ne ji ber erkên xwe yên welatparêzî û jiyaneke azad bijîn tevlî nava YPG’ê bûbûn di Pêngava Bagera Cizîrê de li hember çeteyan bi lehengî şer kirin û tevlî nava karwanên şehîdan bûn. Em sersaxiyê ji malbatên her du birayên şehîd û gelên me yên Ereb re dixwazin.

Em weke YPG û YPJ`ê di şexsê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û malbatên şehîdan û tevahî gelên me yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Elî El Xidir

Nav û Paşnav: Elî El Xidir

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Matar

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 4 Çile 2018

Fadil El Xidir

Nav û Paşnav: Fadil El Xidir

Navê Dayikê: Tirkiye

Navê Bav: Matar

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 4 Çile 2018

Ibrahîm Mazlum

Nasnav: Ibrahîm Mazlum

Nav û Paşnav: Ibrahîm Seydo

Navê Dayikê: Henîfe

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn /  4 Çile 2018

Mihemed Xelef

Nav û Paşnav: Mihemed Xelef

Navê Dayikê: Sibha

Navê Bav: Henî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 4 Çile 2018

Muhtasim Mihemed

Nav û Paşnav: Muhtasim Mihemed

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 5 Çile 2018

Rûstem Cudî

Nasnav: Rûstem Cudî

Nav û Paşnav: Silêman Xelef Berû

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Cemal

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 4 Çile 2018

Tariq Şiwêx

Nav û Paşnav: Tariq Şiwêx

Navê Dayikê: Mecîde

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 5 Çile 2018

Zîlan Kerama

Nav û Paşnav: Sewsen Ebdulah

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 4 Çile 2018.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …