1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Em 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya cîhanê, di serî de li mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn, gelê Bakûrê Sûriyê û li tevahî Kurdistaniyên ku bûn xeleka berxwedanê li dora Kobanê, pîroz dikin. Di serî de şehîdên Enternasyonal ên di oxira rizgarkirina Kobanê de canê xwe feda kirin, em di şexsê şehîd Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanî, Îvana Hoffmann, Sîbel Bulut û Refat Horoz de tevahî şehîdên Kobanê û şoreşa Bakûrê Sûrî bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.

Roja 1’ê Mijdarê ku hemî cîhan di şexsê Kobanê de giha hev mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Ji Hindîstan heya Japonya, Pakîstan, Ekvator, Peru, Arjantîn heya Îtalya û Îspanya hemî cîhanê bi gotina polîtîkayeke din mumkune ji êrîşên hovane yên DAİŞ’ê re got êdî bes e. Tevgerên demokrat û aştîxwaz bawer kirin ku berxwedana Kobanê destpêkirina aştiya cîhanê ye,  ji ber wê jî bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê, Kobanî biparêze” herikîn qadan. Bi vî rengî Kobanî bi pêşengiya berxwedana jinan ve gerdûnî bû. Hemû mirovahiyê êrîşên hovane yên DAİŞ’ê weke metirsiyekê dît û xwedî li berxwedana bi rûmet a Kobanê derket.

Ev berxwedan, bi pêşengiya jina Kurd dest pê kir,  lê her ku çû bû berxwedana hemû jinên Cîhanê û dirêjî tevahî mirovahiyê bû. Berxwedana şervanên YPJ’ê hemû cîhan hejand û hişt ku hemû cîhan li dora şoreşa Rojava bicive. Bi berxwedana Kobanê re şoreşa Rojava nasnemeya gerdûnî bi dest xist. Êdî şoreşa Bakûrê Sûriyê bi vê nasnemeyê bê rawestandin xwe ava kir û destkeftiyên gelek mezin afrand. Bi sedan şervanên Enternasyonal beşdarî refên YPJ û YPG’ê bûn. Di serî de li Kobanê û Efrîn di hemû eniyên şer de cihê xwe girtin, lehengî û fedekariyek mezin raberkirin û gihan asta şehadetê. Wan li ser navê parastina nirxên mirovahiyê, berê xwe dan şoreşa Bakûrê Sûriyê.

Vaye di roja îro de bi pêngava dawî ya Bagera Cizîrê re çeteyên DAİŞ’ê henaseya xwe ya dawî dijîn. Êdî gav bi gav gemariya wan ji ser xaka Sûriyê paqij dibe. Helbet her gavek şahidî ji lehengî û fedekariyên mezin re dike. Û ev gav bi hêsanî ava nabin. Lê em dibînin ku di serî de Tirkiyê, tevahî hêzên desthilatdar cardî bi êrîşên xwe ve destekê didin van hêzên çete.

Ji bo vê jî di bin navê aramiya Sûriyê de peymanên qirêj çêdikin û di her warî de alîkariyê didin DAİŞ’ê. Ev nîşan dide ku ev hêz dixwazin Rojava û Sûriyeke li gorî berjwendiyên xwe avabikin û vîna gelê herêmê tune hesab dikin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser gundewarên Kobanê mînaka vê ya herî berçav e. Lê bi rûxmî ku raya giştî ji van êrîşan agahdar e,  berteka pêwîst raber nake. Bêgoman ev ji bo kesên azadîxwaz cihê lêpirsînê ye.  YPJ’ê roja îro bi heman biryardariyê tekoşînê li hemberî van êrîşan dimeşîne. Em bawerin ku wê her kesên azadîxwaz cardî bi erka xwe ya demê rabe û piştgiriyê bide tekoşîna YPJ û YPG. Çawa ku li Kobanî mirovahî bêdeng nema û bi serî hildana xwe ve bû xelekek ji vê berxwedanê, em bawer in ku wê di roja îro de jî ji bo parastina nirxên tevahî mirovahiyê li dora şoreşa Rojava û tevahî Sûriyê bicivin.

Weke hêzên YPJ’ê emê bi vê bîr û baweriyê her awayî êrîşan vala derînin, emê bi hêza xwe û ya gelê xwe şoreşa Rojava û ya tevahî mirovahiyê misoger bikin. Bi vê idîa û biryardariyê em careke din tevahî şehîdên berxwedana Kobanê, şehîdên berxwedana serdemê û tevahî şehîdên Bakûrê Sûrî bi rêzdarî bibîrtînin û soza xwe ya serkeftinê nû dikin.

 

SİLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

FERMANDARİYA GİŞTÎ YPJ’Ê

31’Ê MİJDARÊ 2018’AN

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …