165 ciwanên din ên Dêrazorê tevlî QSD`ê bûn

GIRÊ SPΠ– Li Akademiya Şehd Dijwar Efrîn a perwerdeyê, 165 ciwanên ji Dêrazorê dewreya xwe ya perwerdê bi navê Şehîd “Rûbar Sefqan” bi dawî kir û tevlî nava refên QSD`ê bûn.

Dewreya perwerdeyê 17 rojan dewam kir. Di dewreyê de waneyên birdozî û leşkrî hatin dayîn.

Endam û rêveberên saziyên navçeya Silûk, Hevseokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan El-Ebid û fermandarên QSD û YPG`ê tevlî merasîma  bidawîkirina dewreya perwerdeyê, bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate destpêkirin. Paşê şervanan sonda leşkerî, xwarin.

Merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi xelekên dîlanan bidawî, bû.

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …