150 ciwan beşdarî nava QSD’ê bûn

Akademiya Şehîd Egîd li Dêrazorê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 5’emîn dewreya leşkerî ji 150 ciwanan re yên ku di van demên dawî de beşdarî nava refên QSD’ê bûne bi merasîmekê bi dawî kir.

Di çarçoveya xebatên parastina rewa de îro Akademiya Şehîd Egîd ya girêdayî QSD’ê 5’emîn dewreya bi navê şehîd Ehmed El-Ebdullah bi merasîmekê bi dawî kir.

Dewre 30 rojan dom kir têde waneyên fikrî û leşkerî hatin dayîn. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de ku li navçeya El-Kisra hatiye lidar xistin, fermandar û şervanên QSD’ê, Endamên hêzên ewlehiya Hundirîn, şêx û rûspiyên herêmê û bi dehan endamên saziyên sivîl ên herêmê beşdar bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê û tûrekeke leşkerî ji aliyê şervanên nû ve hate destpê kirin. paşê endamên fermandariya QSD’ê Rodî Qamişlo axivî û bidawîkirina dewreyê li hemû şervanên nû pîroz kir û behsa rola sereke ya şervanan di rizgarkirina herêmê de kir. Rodî Qamişlo bang li şervanan kir ku li gorî pîvanên leşkerî tevbigerin û got ku ew bi xebatên şervanan serbilind in û soza şopandina riya şehîdan da.

Şervanê nû yê bi navê Zagros Rojava ji ajansa me ANHA’yê re axivî û wiha got: “Me di dewreya xwe de gelek waneyên fikrî û leşkerî birin em soz didin şehîdan ku em ê riya wan bişopînin û giştî axa welat ji terorê rizgar bikin. Em li hemberî hovîtiya terorê ji gelê xwe re bibin mertal”.

Şehîd Ehmed Ebdullah ku dewre navê wî radike di çarçoveya hemleya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji destên çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …