100 şervanên Tebqayê dewreya xwe bi dawî kir

Hêzên Sûriya Demokratîk di Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal de dewreya 100 şervanên nû yên ciwanên bajarê Tebqayê û gundewarên wê bi navê Dewreya Şehîd Ela Xelîfê bi merasîmekê bi dawî kir.

Di çarçoveya birêxistinkirina ciwanên herêma Tebqayê de û ji bo pêkanîna parastina rewa, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal de dewreyeke nû bi navê Dewreya Şehîd Ela Xelîfê ji 100 ciwanên Tebqa û gundewarê wê re bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de endamê Fermandariya QSD’ê Rojda Felat, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Tebqayê Şiyar Mihemed, hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid û hejmareke fermandar û nûnerên saziyên sivîl ên Reqayê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji aliyên şervanên nû ve dest pê kir. Paşê endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal, Şiyar Hesen bidawîkirina dewreyê li hemû ciwanan pîroz kir û wiha got: “Em bi hêvî ne ciwanên ku dewreya xwe bi dawî kirine tişta ku di dewreyê de wergirtine li ser erdê pêk bînin û ji bo parastina ewlehiya herêmê bi berpirsyarî tev bigerin.”

Dewre 25 rojan dom kir û tê de ciwanan waneyên bîrdozî yên wekî rêgezên demokrasiyê, şerê taybet, dîroka jinan, dîroka Rojhilata Navîn wergirtin. Di dewreyê de her wiha waneyên leşkerî yên cuda hatin dayîn.

Di dawiya merasîmê de şervanan li ber stranên şoreşgerî xelekên dîlanê gerandin.

Şehîd Ela Xelîfê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de şehîd bûbû. Ev dewre yekemîn dewre ye ku Akademiya Şehîd Cuma El-Nezal bi dawî dike.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …