′Tirkiye û rêjîm hewl didin Efrîn û Idlibê bi hev biguherin′

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûrî Mehmûd diyar kir ku bêdengiya rêjîma Baas li hember êrîşên dewleta Tirk, nîşaneya radestkirina Idlibê li hember Efrînê ye û got ku parastina ewlehiya herêmê armanca hevbeş a YPG′ê û koalisyona navneteweyî ye.

Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de  axivî. Nûrî Mehmûd  got ku bi êrîşên xwe, herêmê dagir bike.

Armanca ji êrîşan têkbirina projeya demokrasiyê ye

Mehmûd diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ne nû ne û wiha got, ″Dewleta Tirk beriya niha êrîşî Serêkaniyê û Kobanê kiriye û destek da komên çete da êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Îro jî li Efrînê rastiya çeteyên girêdayî Tirkiyê derket holê û artêşa Tirk a dagirker derbasî herêmên Sûriyê bû. Artêşa Tirk a ku divê gelê Tirkiyeyê û sînorên welatê xwe biparêze, êrîşî Efrînê dike. Ji ber ku li Efrînê projeya demokrasiyê ya ku xizmeta gelên herêmê dike, hat rûniştandin. Lê Tirkiye ji vê yekê ne razî ye ji ber vê hewl dide bi riya êrîşên xwe yên terorane, projeya demokrasiyê têk bibe û aloziyê domdar bike.″

Mehmûd anî ziman ku dagirkeriya Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi riya komên çete binesaziya herêmê rûxand û wiha domand, ″Tirkiye li hember rûxandin û xerakirina Sûriyê berpirsyar e.

Idlib li hember Efrînê 

Mehmûd di berdewama nirxandinên xwe de da zanîn ku dixwaze bi riya çeteyên xwe yên li Idlibê bi cih dibin, li herêmê bigihêje armancên xwe û wiha dirêjî da axaftinên xwe, ″Bi destpêkirina operasyona Idlibê, rêjîma Baas ji ber zextên dewleta Tirk nikare ber bi Idlibê ve pêşve biçe. Çeteyên Tirkiyê berisva êrîşên hêzên rêjîmê yên li ser Idlibê dan. Tirkiye bi van siyasetên xwe dixwaze zextê li ser hêzên rêjîmê û Rûsya bike, da Idlibê li beramberî Efrînê bide.″

Mehmûd diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze destkeftiyên li Kobanê hatin bidestxistin derb bike û wiha axivî, ″Ji civaka navneteweyî tê xwestin ku bi ruhê berpirsyariyê tev bigere û destek bide şoreşa gel a li hember terorê û fikirê radîkal.″

′Em dubarekirina sînaryoya Îskenderon û Qubrusê qebûl nakin′

Mehmûd destnîşan kir ku ne gengaz e ku hebûna Tirkiye li Sûriyeyê were rewakirin û wiha got, ″Tirkiye nikare bi îdîa û derewên bê bingeh hebûna xwe li Sûriyê ferz bike. Ew dixwaze van hewldanan  hebûna xwe li herêmê rewa bike. Ev yek dê Rojhilata Navîn ber bi xetereyeke domdirêj ve bibe. Em destûr nadin ku li herêmê sînaryoya Lîwa Îskenderon û Qubrusê durbare bibe.″

Mehmûd anî ziman ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye û ev tişt got, ″Dewletên mezin li gorî berjewendiyên xwe bi Tirkiyê re dikevin têkîliyê, ji ber vê yekê Tirkiye ji bo pêkanîna sûcên mezin hat bikaranîn. Di vê çarçoveyê de Tirkiye DAIŞ li gel xwe hewand, perwerde kir û derbasî Sûriyeyê kir.″

  Bêdengiya rêjîmê nîşaneya lihevkirinekê ye

Mehmûd derbarê vê mijarê de dibîne ku bêdengiya rêjîma Baas li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê nîşaneya lihevkirineke di navbera dagirkeriya Tirk û rêjîma Baas de ye. Mehmûd wiha domand, ″Dibe ku rêjîma Baas û dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina projeya Federaliya Demokratîk ku wek xetereyekê li ser sîstemên xwe dibînin, li hev kiribin. Da rêjîm careke din desthildariya xwe li ser Bakurê Sûriyê ferz bike.″

Mehmûd diyar kir ku şoreşa Sûriyê, şoreşa azadî û demokrasiyê ye û wiha axivî, ″Rêjîma Baas malbateke û desthilatdariya xwe li ser tevahî Sûriyê ferz dike. Artêşa Sûriyê ya ku diviya gel biparêze, nikarîbû erka xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê DAIŞ′ê rûberên fireh ên erdnîgariya Sûriyê dagir kirin. Zêdeyî ji sedî 40 ji gelê Sûriyê ji ber zulma DAIŞ′ê berê xwe dan herêmên Bakurê Sûriyê, mînaka vê yekê li Dêrazorê hat dîtin.″

Mehmûd di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewletên cîhanî û herêmî xwest ku helwesta xwe li hember êrîşên dagirkeriya Tirk diyar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe, ″Divê tevahî dewlet helwesta li hember êrîşên dijminane yên dewleta Tirk a dagirker zelal bikin. Dê ev kiryarên AKP′ê gelek zehmetiyan li herêmê biafirîne, ji ber ku Efrîn bûye warekî bi ewle û meqseda koçberan. Eger ku tu zerar gihîşt koçberan, dê ev dewlet berpirsariya bêdengiya xwe rakin.″

′Ewlehiya herêmê armanca hevbeş a YPG′ê û koalisyonê ye′

Mehmûd di nirxandinên xwe de da zanîn ku YPG/YPJ/QSD′ê û koalisyona navneteweyî li ser parastina ewlehiya Sûriyê piştî bidawîbûna DAIŞ′ê li hev kirine û wiha domand, ″Êrîşên li Efrînê hewldana derbkirina stratejiya Sûriyê ya ku ewlehiya herêmê dike armanc. Sedema ne aramiya herêmê heta niha Tirkiye ye.″

′Em ê bi hemû hêza xwe bidin′

Mehmûd her wiha destnîşan kir ku hêzên wan sînor parastin û got ku Tirkiyeyê gelek caran YPG/YPJ′ê tawanbar kirin ku ev hêz dijminên Tirkiyeyê ne. Mehmûd ev îdîa derewand û wiha dirêjî da axaftina xwe, ″Hêzên me sînorê di navbera  Sûriyê û Tirkiye de pir cidî parastin, lê artêşa ku fermanê ji dewleta Tirk digire, noqteyên hêzên me li gelek herêmên li ser sînor hedef girtin û niha jî hewl dide derbasî Sûriyê bibe. Li hember van destwerdanan mafê me yê parastina rewa heye.″

Berdevkê Fermî yê YPG′ê Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got ku YPG/YPJ/QSD′ê di şerê li dijî DAIŞ′ê de gelek tecrûbeyên girîng û planên nû yên şer fêr bûn û wiha axivî, ″

Em ê van tecrûbeyan pir cidî di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi kar bînin. Planên Serbazên artêşa Tirk ên êrîşên terorîst ên li ser Serêkaniyê û Kobanê bin ketin. Em ê bi stratejiya xwe van planan li Efrînê jî têk bibin û bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe bidin.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …