′Ruhê fedayî yê Avesta bû nasnameya me ya berxwedan û serkeftinê′

NAVENDA NÛÇEYAN – QSD′ê da zanîn ku wê ruhê fedayî yê şehîd Avesta nasnameya wan berxwedan û serkeftinê be.

Fermandariya giştî ya QSD′ê derbarê çalakiya fedayî ya şervana YPJ′ê Avesta Xabûr de daxuyaniyek da raya giştî.

″Di gelek de hat zanîn ku Artêşa Tirk bi hevkariya El-Qayîde (Cebhet El-Nusra) re êrîşî gelê me yê Efrînê dike. Hêzên me li hember van êrîşan mil bi mil şer dikin û parastina herêmê dikin.

Şervana me Avesta Xabûr li dijî tankên Artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anî. Bi çalakiyê Avesta nîşan da ku em ji tankên dijmin me natirsînin.

Şervana YPJ′ê Avesta Xabûr ji bajarê Efrînê ye, Endama YAT′ê bû, xebata lêgerîna cuhreyên veşartî daye meşandin û gelek hucre li gelek herêmên Bakurê Sûriyê girtine. Avesta tevî tabûra xwe di hemleyên rizgarkirina Reqayê û Dêrazorê de cih girtiye.

Bi destpêka êrîşên Artêşa Tirk û El-Nusra yên li ser Efrînê re, Avesta beşdarî Berxwedana Serdemê bû û di eniya gundê Hemamê yê herêma Cindirêsê de cih girt.

Di 27′ê Çile de Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra êrîşeke dijwar birin ser eniya gundê Hemamê û li herêmê şerekî giran rû da. Şehîd Avesta di vî şerî de bi lehengî şer kir, li dijî dagirker û terorîstan çalakiyeke fedayî pêk anî. Ruhê wê yê fedayî wê bibe nasnameya gelan a berxwedana li dijî dagirkeriyê.

Wek Fermandariya Giştî ya QSD′ê em gelê xwe û raya giştî re dibêjin, ruhê fedayî yê şehîd Avesta wê bibe nasnameya me ya berxwedanê û şerê li dijî Artêşa Tirk û çeteyên El-Nusra. Em ê şopdarên riya Avesta bin û serkeftinê bi dest bixin.″

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …