′Em li hember êrîşên dagirkeriyê bi moralekî bilind şer dikin′ 

EFRÎN – Şervanên QSD′ê yên li eniya gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa cih digirin, diyar kirin ku ew ê heta dilopa dawî ya xwînê li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk a dagirker balafiran û êrîşên bejahî herêma Efrînê hedef digire. Ji gundên ku rastî ku rastî topbaran û bombebarana Artêşa dagirker tê, gundê Basûfanê yê ku niştecihên  wê Êzidî ne. Şervanên ku li gund li hember êrîşan li ber xwe didin  gotin ku ew ê heta dawiyê li hember êrîşan li ber xwe bidin.

AMID

Şervanê bi navê Amed Efrîn got ku Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê heman ku bûyera ku li  Şengalê qewimî dubare bike û wiha got, ″Em destûr nadin vê yekê, em ê heta dawiyê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Çeteyên Tirk ji Kela Semanê êrîşî gundê Basûfanê dikin, em bersivên tund didin van êrîşan.″

RDOAN

Şervanê bi navê Ridwan Qendîl jî diyar kir ku ew destûr nadin ku Erdogan û Artêşa wî gavekê pêşve werin û ji Erdogan re wiha got, ″Were bi me şer bike, em bibînin wê kî li ber xwe bide.″

MEZLUM

Şervanê bi navê Mezlûm Berxwedan jî anî ziman ku ew bi moralekî bilind li hember êrîşan li ber xwe didin û bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên QSD′ê bibin û axa xwe biparêzin.

BERXDAN

Şervanê bi navê Berxwedan Efrîn jî destnîşan kir ku ew destûr nadin ku Artêşa Tirk a dagirker gundekî dagir bike û wiha domand, ″Em ê hemû herêma Efrînê li hember êrîşên Artêşa dagirker û çeteyên wê biparêzin û ji bo ku axa me azad bimîne, em ê canê xwe feda bikin.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …