′Artêşa Tirk a dagirker mal û zeviyên me hedef digire′

 EFRÎN – Şêniyên gundê Dîkmadaş ê diyar kirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên wan û zeviyên çandiniyê hedef digire.

EFRIN-XLKI-DIMKTAS (2)

8 rojin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran deverên sivîlan hedef digirin. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên wan.

Gundê Dîkmadaş ê girêdayî navçeya Şera yek ji gundên ku rastî êrîşan tê.

Welatiyên gund diyar kirin ku balafirên Artêşa dagirker di serî de sivîlan û milkên wan hedef digire.

Welatiyên gund her wiha soz dan ku ew ê li hember êrîşên dagirkeriyê li kêleka şervanên QSD‘ê gundê xwe biparêzin.

https://www.youtube.com/watch?v=gRDQyFHz2gI

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …