​​​​​​​Qebîleyên Til Hemîsê: Em piştevaniya QSD’ê dikin û hedefgirtina şêx El-Hefel fîtne ye

Şêx û rûspiyên qebîleyên Ereb ên li navçeya Til Hemîsê hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel ku yek ji navdarên eşîra Igêdat a li rojhilatê Dêrazorê ye, şermezar kirin û gotin: “Em piştevaniya QSD’ê dikin û hedefgirtina şêx El- Hefel fitne ye.”

 Şêx û rûspiyên Til Hemîsê li pêş çerxeriya li kolana başûr a Til Hemîsê kom bûn û di derbarê hedefgirtina şêx Metşer El- Hefel de daxuyanî dan.

Rûspiyê eşîra Umereyn a li Til Hemîsê Mihemed Xilyewî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi navê şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên li naveya Til Hemîsê, em vê kiryara newêrek a hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel û hevrêyên wî şermezar dikin.

Ev kiryara terorîstane bi hedefa afirandina fîtneyê di nava qebîle, erşîrên Ereb, hêz û şêniyên me de ye. Lê em dizanin çi komplo tê hûnandin. Ji vir bang li raya giştî dikin ku her kesê li pişt van kiriyarên qirêj û sosret e, ji komployên hundirîn bigire heta bi komployên derve mîna Erdogan û ajanên wî, şermezar dikin.

Divê kesên sûcdar li hember mîsaqên navneteweyî bên lêpirsînkirin, her wiha piştrast dikin ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), rûmetdarên cîhanê,  şêniyên welatê me yê biha, şêxên û rûspiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ne. Her wiha dê heta dilopa xwînê ya dawîn axa xwe ji qirêjan rizgar bikin. Me tevan li ser hezkirin, jiyana hevbeş, biratiya gelan û parastina axa, rûmet, azadî û demokratiyê mohr kiriye. Dê Sûriyeke azad û demokratî ku tê de biratî, aştî û demokratî heye ava bikin, piştevaniya ciwan û hêzên xwe di têkbirina teror û şaneyan de bikin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …