ʹÇavê şêniyên Şehbayê li riya QSD`ê yeʹ

  BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê –  ŞEHBA – Rewşa herêma Şehba ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Herêma Babê Mihemed El-Ehmed ve hat nirxandin û ev tişt hat gotin: ʺŞêniyên herêma Şahba li benda hêzên QSD`ê ne ku wan ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê rizgar bikin.ʺ

Endamê Rêveberiya Meclîsa Herêma Babê Mihemed El-Ehmed dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji ajansa me re nirxand û wiha got: ʺJi ber dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ya herêma Şehba aramî li herêmê nîne û sivîlên herêmê di rojên zor û zehmet re derbas dibin.ʺ

El-Ehmed di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir kuTirkiyê û çeteyên girêdayî wê ew jî mîna çeteyên DAIŞ`ê nexweşxane ji bo xwe dane bikaranîn û wiha got: ʺDewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê nexweşxaneya El-Wetenî ya sivîlan a herêma Babê ji xwe re kirine baregeha leşkerî û hejmareke mezin ji bijîjkên  herêmê neçarî mane ku koçber bibin.ʺ Ne tenê ev; lê belê El-Ehmed di  nava gotinên xwe de anî ziman li her kolaneke bajarê Babê navendeke çeteyan heye û gel di vê mijarê de gelekî tengav bûne.

El-Ehmed di dirêjiya axavtinên xwe de anî ziman ku rewşa gel zêde xirabûye, bi zorê turekî nan bi 500 lîreyê sûriye peyde dikin.

Ya herî zêde rastî zulma çeteyên Tirkiyê tê jin e

Bi mijara rewşa şêniyên herêmê ve girêdayî El-Ehmed rewşa jin jî nirxand û got: ʺJin ji bo xwe ji çeteyan biparêzin, newêrin derkevin derveyî mala xwe û her di malên xwe de dimînin.ʺ

ʹKî li hemberî wan rabe, tê kuştinʹ

El-Ehmed di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku şêniyên herêmê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê serî natewînin û wiha pê de çû: ʺŞêniyên herêma Şehba mîna şêniyên Cebel Eqîl li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê radibin serhildan. Piştî wan serhildanan çete êrîş dikin û kesên rabûne serhildanê dikujin û ji holê radikin.ʺ

Endamê Rêveberiya Meclîsa herêma Babê Mihemed El-Ehmed wiha dawî li gotinên xwe anî:ʺ Şêniyên herêma Şehba dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê napejirînin û bang li QSD`ê dikin ku wan ji wê dagirkeriyê rizgar bikin.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …