EFRÎN – Şêniyên gundê Dîkmadaş ê diyar kirin ku êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên wan û zeviyên çandiniyê hedef digire.
8 rojin Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran deverên sivîlan hedef digirin. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên wan.
Gundê Dîkmadaş ê girêdayî navçeya Şera yek ji gundên ku rastî êrîşan tê.
Welatiyên gund diyar kirin ku balafirên Artêşa dagirker di serî de sivîlan û milkên wan hedef digire.
Welatiyên gund her wiha soz dan ku ew ê li hember êrîşên dagirkeriyê li kêleka şervanên QSD‘ê gundê xwe biparêzin.
https://www.youtube.com/watch?v=gRDQyFHz2gI