Rûspiyê eşîra Umereyn a li Til Hemîsê Mihemed Xilyewî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Bi navê şêx û rûspiyên eşîreyên Ereb ên li naveya Til Hemîsê, em vê kiryara newêrek a hedefgirtina şêx Metşer El-Hefel û hevrêyên wî şermezar dikin.
Ev kiryara terorîstane bi hedefa afirandina fîtneyê di nava qebîle, erşîrên Ereb, hêz û şêniyên me de ye. Lê em dizanin çi komplo tê hûnandin. Ji vir bang li raya giştî dikin ku her kesê li pişt van kiriyarên qirêj û sosret e, ji komployên hundirîn bigire heta bi komployên derve mîna Erdogan û ajanên wî, şermezar dikin.
Divê kesên sûcdar li hember mîsaqên navneteweyî bên lêpirsînkirin, her wiha piştrast dikin ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), rûmetdarên cîhanê, şêniyên welatê me yê biha, şêxên û rûspiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ne. Her wiha dê heta dilopa xwînê ya dawîn axa xwe ji qirêjan rizgar bikin. Me tevan li ser hezkirin, jiyana hevbeş, biratiya gelan û parastina axa, rûmet, azadî û demokratiyê mohr kiriye. Dê Sûriyeke azad û demokratî ku tê de biratî, aştî û demokratî heye ava bikin, piştevaniya ciwan û hêzên xwe di têkbirina teror û şaneyan de bikin.”