Home / Nûçe / Di operasyona YAT û Koalîsyona Navneteweyî de, 19 çete hatin girtin

Di operasyona YAT û Koalîsyona Navneteweyî de, 19 çete hatin girtin

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand ku di operasyona YAT û Hêzên Koalîsyonê Navneteweyî li herêma Dêrazorê de, 19 çete hatin girtin.
 Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja 10`ê Cotmehê Yekîneyên Antî Teror (YAT) û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li bajarokên Dişîşa û Suwar a herêma Dêrazorê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê operasyonek hevpar lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 19 çete hatin girtin, gelek cebilxane jî hat desteser kirin.

Cebilxaneyê ku hatiye desteserkirin;

1 Doçka (12.5)

2 B-7

1 AK-47

1 M-16

1 Çekê sekvanî

1 BKC

3 bombe

Gelek fîşek û jarjor.

Check Also

Di Pişt Sînor De Ava Jiyanê Veşartîbû

Bîranîna şehîd Zîn Kobanê Di nava rojê giştî de ez li benda kêliyeke bêdeng û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *