Home / Nûçe / 8 kesên ku gumana têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, hatin girtin

8 kesên ku gumana têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye, hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya Pêngava Tunekirina Terorê de 8 kesên ku guman li ser wan heye ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re heye, girtin.
 Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngava leşkerî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê di roja 4`emîn de didomîne. QSD`ê ji  gundewarên Hesekê û Dêrazorê dest bi pêngavê kir.

Şervanên QSD`ê îro di qonaxa duyemîn a pêngavê de 8 kesên ku guman li ser heye ku girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ne, girtin.

Her wiha şervanan gelek çek û cebilxane li herêma El-Rewda ya bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê desteser kirin.

Tê zanîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê li çolistana Dêrazorê ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve diçe.

Check Also

YPG`ê nasnameya şehîdên berxwedana sala 2015`an ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê, nasnameya 9 şervanên YPG û YPJ`ê ku di sala …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *