Home / Dîmên / Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin
????????????????????????????????????

Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin

Şervanên YPJ‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de cih girtine, diyar kirin ku wan azadiya xwe di nava YPJ‘ê dîtin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya hemû jinan, bi taybet jinên Ereb bixebitin.

Şervanên YPJ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de ya bi armanca rizgarkirina bajaroka Dişîşa û ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê di eniyên pêş de li hemberî terora herî xeternak di cîhanê  cih girtine.

Hejmareke şervanên YPJ‘ê yên ku nû tevlî refên YPJ‘ê bûne armanca tevlîbûna xwe ya Pêngava Bagera Cizîrê de ji me  re anîn ziman û gotin ku ew ji bo zadkirina jinan çeteyên DAIŞ‘ê şer bikim.

 

Zeyneb Dêrik: Ev cara yekemîn ez tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê dibim. Wekî jineke ciwan ji Dêrazorê ez ê mîsyona xwe ya rizgarkirina welatê xwe û jinên Ereb ji zulma DAIŞ‘ê ya bi salan pêk bînin, ez ê li hemberî zihniyeta ku jin tenê karê malê dike û zincîrên kolekirina jinan bisekinim.”

Viyan Dêrazor: Ez beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajaroka Dişîşa bûne û ez ê beşdarî pêngavên li pey wê jî bibim, wekî ku ez azad bûme, ez ê jinên bindest jî rizgar bikim, da ku mafên xwe bidest bixin.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Efrînê 6 çete hatin kuştin, 5 çete birîndar bûn

Di çarçoveya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me di dîrokên 16 û 17’ê mehê de, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *